Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera tawana Enfalê de peyamek belav kir û tê de ragihand, ti carî nabe ev komkujî û wêrankariyên li Kurdistanê, di bin çi navî de û bi çi bihaneyekê be, dubare bibin.
Îro 14 Nîsanê roja bibîranîna qurbaniyên enfalê ye. Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:
Di birîanîna 34mîn salavegera tawana Enfalê de, em şehîd û qurbaniyên wê tawana hovane ya rejîma dirindane ya Beisê ya Iraqê bi rêzdarî bi bîr tînin û ew her dem di bîra me de ne.
Tevî ku hin ji berpirsyarên wê tawana mezin û wê siyaseta nîjadperestî hatine cezakirin û tinekirin, lê belê pêwîst e hewlên me berdewam bin ji bo nasandina zêdetir a cînosayda Enfalê û şermezarkirina encamderên wê û rêgirtin li dubarebûna van tawanên, çi li dijî gelê Kurdistanê yan her gelekî din li cîhanê hatine kirin. Ti carî nabe ev komkujî û wêrankariyên li Kurdistanê, di bin çi navî de û bi çi bihaneyekê be, dubare bibin.
Di vê helkefta xemgîn de, careke din dubare dikin ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê li gor destûrê, erk û berpirsyariyên xwe di qerebûkirina kesûkarên şehîdan û herwiha qurbanî û ziyandîtiyên tawana Enfalê û hemû tawanên şer û wan komkujiyên ku li hember xelkê Kurdistanê hatine kirin, bicîh bîne.
Aşkere ye ku bi sedema wan tawanan, xelk û xaka Kurdistanê rûbirûyî siyaseta qirkirin, talankirin û wêrankirinê bûne, ji ber wê nabe ti carî mijara qerebûkirina qurbaniyên destê rêjîma berê ya Iraqê bên piştguhxistin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem xwe bi deyndarê kesûkarên şehîdan û enfalkiriyên Kurdistanê dizane û her hewleke xwe dike ji bo xizmeteke hêja ji wan re bike û li gor karîna xwe birîna wan derman bike.
Silav li giyanê pak ê şehîdên Enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin