Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro çarşem 13ê Nîsana 2022an m pêşwaziya Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê birêz Joey Hood kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî û prosesa siyasî li Îraqê û hewldanên ava kirina hikûmeta nû û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistna û Amerîkayê kir.
Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê Joey Hood belkêşande ser vê yekê ku herêma Kurdistanê hevbeşeke girînge bo Amerîkayê li deverêe de û Amerîka berdewam dibe li ser piştgîrî kirina herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqeke federal de.
Me herwiha ev yek diyar kir ku herêma Kurdistanê dixwaze kêşeyên heyî bi awayeke hertimî li gel hikûmeta federalî li ser esasê destsûrê werin çareser kirin û di bin ti zextekê de jî em dev ji mafên xwew yên destûrê bernadin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin