HSDê baregehên rêjîma Sûriyê yên li Qamişlo û Hesekê dorpêç kir

ji 13ê Adarê ve heta niha taxên Kurdan li Helebê hatine dorpêçkirin.
کوردستان TV
100%

Wek bersivekê li hember dorpêçkirina taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê (taxên Kurdan), hêzên HSD û asayişê baregehên rêjîma Sûriyê yên li Heseke û Qamişlo dorpêç kirin.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn û piraniya wan Kurd in û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne.

Li gor nûçeyeke basnewsê Firqeya Çarem a rêjîma Sûriyê ji roja 13 Adara îsal ve xalên pişkinînê danîne û ew her du tax dorpêç kirine û rê nadin sotemenî û madeyên xwarinê û bi taybetî ard derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin û xelk di rewşeke gelekî zehmet de dimînin.

Wek bersivekê li ser vê dorpêça Eşrefiye û Şêx Meqsûd, ev çend roj e alozî li Qamişlo Hesekê di navbera hêzên HSDê û asayişê ji aliyekî û hêzên rêjîma Sûriyê de derketiye. Hêzên HSDê û asayişê jî baregehên hikûmeta Sûriyê li Qamişlo û Heseke dorpêç kirine.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.