Dibêje emê rê nedin Tirkiye û Azerbayicanê ku sînorên navnetewî biguherin.
Spaha pasdaran ya Îranê bi weşandina çend dêmenên taybet bi teqandina mûşekan li dor kêşeyên navbera Azerbayican û Ermenistanê de gef li Tirkiyeyê kiriye.
Spaha pasdaran diyar kiriye ku vê bi ti awayê rê nedin ku Îran û Azerbayican sînorên navnetewî yên Îran û Ermenistanê biguherin.
Spahê herwiha eşkere kiriye ku vê bi tevahiya hêz û karînên xwe ve li dijî cîhbicîh kirine her planeke wisa raweste û planê pûç bike.
Weke tê zanîn jiber şerê navbera Ermenistan û Azerbayicanê nakokiyên mezin di navbera Îran û Tirkiyeyê de derketibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin