Dozgeriya giştî biryara girtinê bo 91 kesan daye.
Li gel dom kirina rûnîştinên dadgehê yên taybet bo doza Kobanî, Serdozgeriya Enqereyê ragihandiye, di çarçoveya lêpirsîna doza Kobanî de, ku tohmetbarê wê yê serekî hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş e, fermana girtina 91 kesên din hatiye dayîn.
Li gorî agahiyan, ji wan 91 kesan 46 kes hatine girtin. Di nav yên girtî de berpirsên HDPê jî hene.
Ew kesên han bi tohmeta ku alîkariya darayî dane terorê, hatine giritn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin