Li Bedlîsê 4 kesan canê xwe ji dest da

di encama bûyerê de 25 kesên din jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Di encama bûyereke tirafîkê de canê xwe ji dest dane.

Li navçeya Elcewazê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve minîbusek ku koçber tê de bûn wergeriya û di encam de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan li nêzîkî gundê Baxçedere ser bi navçeya Elcewazê minîbûseke ku koçber hilgirtibûn ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de 4 koçberan canê xwe ji dest dan û 25 koçberên din jî birîndar bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.