160 sal ceza daye 22 çalakvanên Kurd.
Çalakvanên Kurd yên li parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî ya li Rojhilatê Kurdistanê ku, li dijî projeya veguhastina ava herêma xwe bo parêzgeha Îsfehanê xwepîşandan kiribûn, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Li gor zaniyariyên berdest, dadgeha rejîma Îranê jî bêyî ku rê bide wan çalakvanan ku ji xwe re Parêzer bigirin, ew darizandiye û 160 sal cezayê girtîgehê daye ew 22 çalakvanên Kurd.
Dadgehê herwiha cezayê lêdana hezar û 480 qamçiyan jî daye wan çalakvanên Kurd.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin