Li Hemayê gelek çekdarên Îranî hatin kuştin

tê gotin ku bi dehan çekdarên Îranî û hizbulahê hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Îsraîl duhê bişev êrîşî ser pêgehên çekdarên Îranî kiriye.

Li gor jêderên çapemeniyê duhê bişev artêşa Îranê bi rêya asmana Libnanê ve êrîşî ser pêgehên çekdarên Îranî û hizbulahê li Sûriyeyê kiriye.

Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê kirine ku balefirên Îsraîlê bi tundî herêma Mîsaf ya li Hemayê bordiman kirine û di encama bordimanê de çend teqînên gelek mezin pêk hatine.

Êrîş bo ser navendên çekdarên Îranî û hizbulahê pêk hatiye û tê gotin di encama êrîşa Îsraîlê de gelek çekdarên Îranî û hizbulahê hatine kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.