Heta niha zêdetir ji 9 Fermandarên mezin yên Rûs hatine kuştin.
Şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê berdewame û Rûsye rastî zirarên gelek mezin hatiye.
Rayedarên Ukraynayê belav kirine ku ji bilîz ku karîne li gelek deverên welat hêzên Rûsî neçar bikin ku paşve vekêşin hevdem heta niha di şerê de zêdetir ji 9 Fermandarên mezin yên Rûs û gelek Efserên pile bilind yên Rûs hatine kuştin.
Herwiha zêdetir ji 18 hezar leşkerên Rûsî jî hatine kuştin û nêzî 200 balefirên şer yên Rûsî jî hatine xistin û gelek tank û kopterên Rûsî jî hatine jinavbirin.
Ji aliyeke din ve duhê Serokwezîrê Brîtanyayê jî serdana Ukraynayê kir û li kolanên Kieva paytext li gel Serokê Ukranyayê geriyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin