Îsraîl bi biryareke Amerîkayê kêfxweşe

Serokê Amerîkayê duhê biryar dabû ku navê spaha pasdaran di nava lîsteya terorê de bimîne.
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê biryar daye ku spaha pasdaran di nava lîsteya terorê de bimîne.

Piştî ku duhê Serokê Amerîkayê Jeo Biden biryar dabû ku eger li gel Îranê li ser bernameya etomî bigehêjin rêkeftineke nû vê dîsa navê spaha pasdaran ya Îran di nava lîsteya terorê de bimîne, Îsraîl jî kêfxweşiya xwe ya li hember biryara han diyar kir.

Nivîsîngeha Serokwezîriya Îsraîlê belav kiriye ku Îsraîl bi vê biryara han ya Amerîkayê bûye sedema kêfxweşiya Îsraîlê jiber ku ev biryar dibe sedem daku rêkeftin li gel Îranê zehmet bibe.

Weke tê zanîn Îsraîl bi tundî li dijî îmze kirina rêkeftineke nû li gel Îranê ye li ser bernameya etomî ya Îranê.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.