​​​​​​​Îstîxbarata dewleta Tirk 3 welatî li Efrînê revandin

çarenivîsa welatiyên Kurd yên revandî nediyare.
کوردستان TV
100%

 

Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Feyleq El-Şam li Efrînê 3 welatî revandin û birin cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Luqman Îbrahîm Hesen ê ji gundê Meydana yê navçeya Recoyê revand û bir cihekî nediyar.

Her wiha dewriyeyeke hevbeş a îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Polîsên Leşkerî 2 bira; Hesen Qere (55) û Hisên Qere (60) ên ji gundê Mosako yê navçeya Recoyê bi hiceta ku beriya dagirkirinê tev li merasîma şehîdan bûne, girtin.

Di vê dawiyê de hemleyên revandinê li Efrînê li dijî welatiyan zêde bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.