Di nava gora han de termê 40 kesan heye.
Li gor çapemeniya Ukraynî, li bajarê Bûça hêzên Ukraynî goreke bikomî dîtine ku têde cenazeyên 40 kesan hene.
Rayedarên Ukraynî diyar kirine ku ev her 40 kesên han medenî ne û roja îna derbasbûyî ji aliyê leşkerên Rûs ve hatine kuştin.
Weke tê zanîn li gor dêmenên belavkirî, artêşa Rûsyeyê li bajarê Bûça ya li Bakûrê Kieva paytext komkujiyeke mezin pêk aniye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin