Pentagonê ragihand ku Ukrayna dikare di şerê dijî Rûsya de bi ser keve.
Berdevikê Pentagonê John Kirby got li gor karbidestên Amerîkî rîska şerê demdirêj heye jî Ukrayna dikare Rûsya têk bibe.
Kirby di preskonferansekê de got: Bêguman ew (Ukraynî) dikarin bi ser kevin.
Kirby dîyar kir ku encamên ew heta niha dibînin delîlên serketina Ukrayna ne.
Şerê Ukrayna û Rûsya di 24’ê Sibatê de destpê kir.
Ji wê royê rojê vir ve, Amerîka û welatên Rojava hewil didin bi toleyan zextê li ser aboriya Rûsya çêkin.
Ji dengeamerikayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin