Antîterora Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Kêliyek beriya niha navenda antîteror Kurdistanê derbarê êrîşa mûşekî ya îşev ya bo ser Hewlêrê ragihand ku îşev bi sê mûşekan ku ji devera Hemdaniye ya li mihwera Xazirve hatine avêtin êrîşî ser Hewlêrê hatiye kirin.
Mûşek li nêzî rafîneyên petrolê li Kewirgusk ya li nêzî qezaya Xebat ketine erdê û ti zirareke canî û madî li pey vê êrîşê nebûye.
Ji aliyeke din ve hin jêderên ji deverê behsa vê yekê dikin ku bi giştî 5 mûşek hatine avêtin û ji wan 4 teqiyane lê yek ji wan neteqiyaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin