Îsraîl: Têkiliyên me li gel Tirkiyeyê normal bûne

Erdogan jiber Îsraîlê pişt li Felestîn û Hemasê kiriye.
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Îsraîlê li Yûnanê ye.

Wezîrê derve yê Îsraîlê Yair Lapid di çarçoveya serdana xwe de ya bo Yûnanê ragihand ku têkiliyên navbera Îsraîl û Tirkiyeyê normal bûne û ev jî ne tişteke veşartiye.

Normal kirina têkiliyên navbera du welatan, di çarçoveya rêkeftina Îbrahîm deye ku gelek welatên Erebî têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal kiribûn û di dawî de jî Tirkiye rêya rizgariya xwe ji aloziyan bi normal kirina têkiliyan li gel Îsraîlê re dît.

Weke  tê zanîn piştî çend mehan hewldanan di dawî de Tirkiye û Îsraîl têkiliyên xwe normal kirin û di destpêka vê hefteyê de jî Serokkomarê Tirkiyeyê bi tundî êrîşî Felestîniyan dijî Îsraîlê mehkûm kiribû.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.