Volodymyr Zelenskyy: Artêşa Rûsye mîna DIŞI tevgeriyaye

dibêje artêşa Rûsyeyê sivîl kuştine û cenazeyên wan jî şewitandiye.
کوردستان TV
100%

Serokê Ukraynayê gotarek pêşkêşî civata ewlekariyê kir.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di gotareke xwe de yaku bo civata ewlekariyê ya Netewên Yekgirtî pêşkêş kir rexneyên tund li civatê kir û ragihand ku civata ewlekariyê yaku berpirse li hember parastina ewlekariya cîhanê, li hember tawanên Rûsyeyê yên li Ukraynayê bêhelwêst bûye û ev yek jî nayê qebûlkirin.

Volodymyr Zelenskyy herwiha eşkere kir ku mezintirîn tawanên cengî piştî şerê cîhaniya dudiyan heta îro li Ukraynayê bi destê artêşa Rûsyeyê li dijî welatiyên sivîl hatine kirin û artêşa Rûsyeyê li bajarê Buça ya Ukraynayê komkujiyên mezin dijî sivîlan pêk aniye û mîna DIŞIê tevgeriyaye, sivîl kuştiye, malên wan talan kiriye, cenaze şewitandine û dest dirêjî li ser jinan kiriye.

Weke tê zanîn ev 42 roje şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê berdewame û li gor civaka cîhanî Rûsye di şerê han de rastî şikesteke mezin hatiye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.