Li Xarpêtê mêrekî zarokek 10 salî û 2 jin kuştin

sedema kuştina wan kesan nayê zanîn û bikuj jî reviyaye.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê zilamek ku bi demkî ji girtîgehê hatibû berdan piştî nîqaşekê xwesiya xwe, batûza xwe û zarokek kuşt.

Li gor zanyariyan, Firat A. yê ku ji ber pandemiyê bi demkî ji girtîgehê hatibû berdan çû mala xwesiya xwe ya li taxa Sarayatik a bajarê Xarpêtê.

Ji ber sedemeke nayê zanîn di navbera Firat A., xwesî Zerîf Dogan û batûza wî Gulay Dogan de nîqaşek derketiye û Firat A. gule li xwesiya xwe û batûza xwe reşandiye.

Di encama teqekirinê de Zerîf Doxan û Gulay Dogan li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û zarokê 10 salî yê bi navê Elî Tayyip Dogan jî ku kurê batûzeke din a Firat A. ye bi giranî birîndar bûye.

Piştî bûyerê, kesê bi navê Firat A. ji cihê bûyerê reviyaye.

Piştî agahdarkirina cîranan tîmên tendirustiyê zarokê birîndar birine Nexweşxaneya Zankoya Firatê, lê zarokê 10 salî jî ji ber dijwariya birînan canê xwe ji dest da.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.