Li Kurdistanê zêdetirî 13 hezar kesan bûne qurbaniyên teqîna mînan

li gelek navçeyên Kurdistanê mîn hatibûn çandin û beşeke zêde ji wan jî hatine jinav birin.
کوردستان TV
100%

Dezgeha giştî ya karûbarên mînan li Herêma Kurdistanê ragehand, heta niha zêdetirî 13 hezar û 500 kes ji ber teqîna mînan bûne qurbanî.

Duhî, 4 Nîsanê roja cîhanî ya hişyarkirin li hember mînan bû. Bi vê helkeftê, dezgeha giştî ya karûbarên mînan ya Herêma Kurdistanê amara qurbaniyên teqîna mînan li Kurdistanê belav kir.

Li gorî wê amarê, heta niha li Herêma Kurdistanê zêdetirî 13 hezar û 500 kes ji ber teqîna mînan bûne qurbanî. Beşek ji wan canê xwe ji dest dane û beşek jî birîndar bûne.

Dezgeha giştî ya karûbarên mînan bang li xelkê Kurdistanê jî kiriye, her gava mînek yan jî teqemeniyek dîtin, destê xwe nedinê û destkarî nekin û bi hejmara 182 karmendên dezgehê agahdar bikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.