Nêçîrvan Barzanî: Lazime hikûmeta Îraqê qerebûya Kurdên Feylî bike

dibêje lazime tevahiya kêşeyên Kurdên Feylî werin çareserkirin.
کوردستان TV
100%

Îro salvegera 42 saliya genocide kirina Kurdên Feyliye.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bîranîna 42 saliya genocide kirina Kurdên Feylî de, peyamek weşandiye û nivîsandiye bi rêzdarî ve ev şehîdên han bibîr tînin.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kiriye ku Kurdên Feylî tenê jiber Kurdbûn, piştîvanî kirina şoreşên Kurdî û berevanî kirin ji maf û azadiyên xwe yên netewî hatine genocidekirin.

Barzanî herwiha rexne li dadgeha federal ya Îraqê dike ku heta niha ev komkujiya han weke genocide nenasiye û tekez kiriye ku lazime hikûmeta Îraqê qerebûya Kurdên Feylî bike û tevahiya kêşeyên din yên wan jî çareser bike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.