Parêzgarê Kerkûkê dixwest xaniyên gelek welatiyên Kakeyî birûxîne.
Piştî ku parêzgarê bizor sepandî yê Kerkûkê biryar dabû daku di bin navê çê kirina projeyeke giştî de zêdetir ji 2 hezar xaniyên welatiyên Kakeyî li rex rûbarê Xase ya li Kerkûkê werin rûxandin, partiya demokrata Kurdistanê kete liv û tevgeran û rê neda ev proje were cîhbicîhkirin.
Di vê derbarê de endamê civata Serokatiya PDKê ya Kerkûkê Loqman Husên ragihand ku piştî biryara dijî Kurd ya parêzgarê bizor sepandî yê Kerkûkê, parlementer û nunerên PDKê yên li Kerkûkê dest bi liv û tevgerên xwe kirin û pêşî ji cîhbicîh kirina biryara han girtin.
Li taxên Mefqûdîn Esra yên Kerkûkê zêdetir ji 2 hezar xaniyên welatiyên Kurd yên Kakeyî hene û biryar bû beriya çend rojan werin rûxandin lê PDK rê neda ev biryara han were cîhbicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin