Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê pêşwazî li ragehandina agirbestê li Yemenê kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ku li ser twîtterê hatiye belavkirin, wiha gotiye:
Ez pêşwazî li agirbesta du mehî dikim ku ji aliyê NY bo Yemenê hatiye ragehandin û aliyên şerê Yemenê jî qebûl kirine. Ez hêvîdar im ew agirbest ku hevdem e bi destpêka meha Remezanê re, bibe wesîleya vegeriyana aramiyê bo wê deverê.
Weke tê zanîn duhê agirbest bi pêşengiya Netewên Yekgirtî hatiye ragihandin vê heta 2ê Hezîranê berdewam bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin