Îraq piştî 50 salan rekor şikand

Îraq di mehekê de zêdetir ji 11 miliyar dolar dahat hebûye.
کوردستان TV
100%

Di mehekê de zêdetir ji 100 miliyon bermîl petrol henarde kiriye.

Organîzasiyona welatên hilbirêner û henardekarên petrolê (OPEK) ragihand ku jiber şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê û bandora şerê han li ser petrolê, Îraq kariye weke duyem endamê OPEK piştî 50 salan rekorek bişkîne.

Li gor daxuyaniya OPEK Îraq di meha derbasbûyî de kariye 11 miliyon û 563 hezar û 999 bermîl petrolê bişîne bazarên cîhanê.

Herwiha hate zanîn ku ev cara yekeme ku Îraq kariye ewqas petrolê bişîne û dahateke gelek zêde di nava mehekê de bidest bixe.

Di meha derbasbûyî de dahata Îraqê ji petrolê 11/07 miliyar dolar bûye.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.