Li Kerkûkê zextên ser Kurdan didomin

dadgeh dixwaze cezayê bide ew kesên ku beşdarî di referandûmê de kirine.
کوردستان TV
100%

Dadgeh daxwaza navên wan kesan kiriye ku beşdarî di referandûmê de kirine.

Dadgeha Kerkûkê li ser daxwaza parêzgarê bizor sepandî yê Kerkûk û aliyên militarist yên Îraqê, dest bi hewldaneke nû dijî wan welatiyên Kurd yên li Kerkûkê kiriye ku beşdarî di referandûma sala 2017an de kirine.

Di vê çarçoveyê de dadgeha Kerkûkê nameyek bo civata bajardariya Kerkûkê şandiye û têde daxwaz ji civatê kiriye ku navê wan endamên xwe yên Kurd yên ku beşdarî di referandûmê de kirine bo dadgehê bişîne.

Hin pispor jî behsa vê yekê dikin ku ev jî zexteke nû ya aliyên militarist yên Îraqê ye li dijî şêniyên Kurd li Kerkûkê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.