Liv û tevgerên leşkerî yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê didomin

Tirkiye îro hem Eyn Îsa topbaran kir û him jî karwaneke din ya leşkerî şande Îdlibê.
کوردستان TV
100%

Rixmî topbaran kirina Eyn Îsa Tirkiye hêzeke din şande Îdlibê.

Li gor zaniyariyên ku ji Rojavayê Kurdistanê dest ketine, liv û tevgerên leşkerî yên Tirkiyeyê li Rojava û Sûriyeyê didomin.

Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku îro danê sibê zû artêşa Tirkiyeyê û komên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê derdorê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirine.

Heta niha derbarê zirarên topbaranê de zaniyariyên zêde nehatine bidestxistin.

Ji aliyeke din ve her îro artêşa Tirkiyeyê karwaneke din ya leşkerî ku ji zêdetir ji 40 tirimbîlên leşkerî û locistîkî pêk hatibû şandiye Îdlibê.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.