Erdogan pişt li Felestîniyan kir

Erdogan dibêje Felestînî êrîşî ser Îsraîliyan dikin û Tirkiye wan êrîşan mehkûm dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje em êrîşên Felestîniyan bo ser Îsraîlê mehkûm dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdoganê ku heta mehek beriya niha bi tundî dijî Îsraîlê  berevanî ji Felestîniyan dikir, duhê şev ji helwesta xwe paş vegeriya û pişt li Felestîniyan kir.

Li gor nûçeyeke çapemeniya Tirkiyeyê, Erdoganê ku duhê bi rêya telefûnê li gel Serokkomarê Îsraîlê axevî bû, ragihandiye ku ev weke Tirkiyeyê bi tundî êrîşên Felestîniyan yên bo ser Îsraîliyan şermezar dikin.

Weke tê zanîn di encama saleke hewldana Erdogan ya bo normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Îsraîlê de, di meha Adarê de Serokkomarê Îsraîlê serdana Tirkiyeyê kiribû û tê gotin ku Tirkiye û Îsraîl bo veguhastina gaza Îsraîlê bo Ewrûpayê lihev kirine.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.