Giranî û qirîza darayî li Tirkiyeyê berdewame

hawara xelkê der hatiye û xelk nikare nanê jî bikire.
کوردستان TV
100%

Niha li Tirkiye nirxê nan gihişte 10 lîreyan.

Qirîza darayî, giranî û bêkarî li Tirkiyeyê berdewame û her ku diçe bandoreke dijwartir li ser jiyana xelkê dike û hawara xelkê jî derhatiye.

Piraniya xelkê Tirkiyeyê jiber giranî, bêkarî û qirîza darayî nikarin pêdiviyên sereke yên jiyana xwe ya rojane dabîn bikin û yek ji wan pêdiviyan jî nan e.

Li Tirkiye Û Bakurê Kurdistanê rojane tişt giran dibin, vê carê jî bi hatina remezanê re nirxê Nan bilind bû. Nanek 330 giram bi 6 lîreyî tê firotin, yê 400 gram jî bi 7.5 heta 10 lîreyî tê firotin.

Serokê Sendîkaya Karmendên Nan Cîhan Kolîvar dibêje “Ew firinên ku êdî nikarin maliyeta xwe bidin li gorî xwe nirxê Nan diguherin. Pêwîste her nanek 400 gram be ger ji vê kêmtir be zû hişk dibe, nanê 330 gram jî divê bi 6 lîreyî were firotin lê gelek firin li gorî vî nirxî naçin. Nanê 400 gram li gorî taxan bi 7.5 heta 10 lîreyî tê firotin.”

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.