Beriya 31 salan gelê Kurd li Başûr koça komî kiribû.
Sala 1991an piştî serkeftina raperîna mezin ya gelê Kurd li başûrê Kurdistanê, ya li djî rejîma dîktator ya Besê, rejîma Besê bo dûbare dagîr kirina deverên azad kirî, hêzeke gelek zêde li sînorên Kurdistanê kom kir.
Piştî vê pêngava han ya rejîma Besê, gelê Kurd jî weke hewldanek bo red kirina dagîrkerî û qebûl nekirina bindestiya rejîmê bi awayeke komî berê xwe da sînorên Kurdistanê.
Ev koça han yaku bi koça miliyonî jî tê nasîn, bû sedema destpê kirina pêvajoyeke nû di nava dîroka Kurdistanê de û herwiha bû sedem daku hêzên cîhanî bi pêşengiya Franseyê herêma dije firîn li Kurdistanê de were avakirin.
Her di encama koça han ya bikomî de Netewên Yekgirtî bo pêşî girtin ji dubare bûna genocideke din li Kurdistanê de biryara 688 ya civata ewlekariyê ya bo ava kirina herêma dije firîn xiste meriyetê û ev yek bû sedem ku Kurd vegere Kurdistanê û dest bi ava kirina jêrxana welatê xwe bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin