Li Kazaxistanê gundekî kurdnişîn ket ber êrîşê û jineke 66 salî ya Kurd hat kuştin. Bûyer, roja 25ê Adara 2022ê li gundê Sovetskoy qewimî ku gundekî kurdan e û ser bi bajarokê Sayramê li Herêma Turkistanê ye.
Li gor medyaya Tirkiyê grûpeke nîjadperest roja 25ê Adarê êrîşî wî gundê Kurdnişîn kirine û li maleke wî gundî agir bi jineke Kurd a 66 salî bi navê Xanim Koçer xistine.
Piştî wêya Xanim Koçer ji aliyê kesûkarên xwe ve bo nexweşxaneyê hatiye veguehstin, lê canê xwe ji dest daye.
Li gor wan zanyariyên ku xelkê wî gundî belav kirine, di dema şerê Sovyetê de hejmareke zêde ya Kurdan çûne wî gundî û dem bi dem bi awayekî berdewam rûbirûyê êrîşên nîjadperestî bûne.
Êrîşa dawî ya ser gundê wan jî 25ê Adara îsal bû. Xelkê gund dibêjin, grûpeke nîjadpereset bi ser mala Xanim Koçer de girtin û ew kuştin.
Ji Rûdawê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin