Serok Mesûd Barzanî heqareta li mezin û lêvegerê şîeyên Iraqê û şewitandina baregeha PDKê li Bexdayê bi tundî şermezar kir.
Serok Barzanî li ser heqareta kesekî bi navê Nayîf Kurdistanî li mezin û lêvegerê şîeyên Iraqê her wiha şewitandina baregeha PDKê li Bexdayê ji aliyê alîgirên Heşda Şeibî ve peyamek belav kir. Peyama Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê bexşinde û dilovan,
Heqaretkirin li pîroziyan û sembolên mezin bi ti rengekî nayê qebûlkirin û ev yek binpêkirina xeta sor e. Em vê yekê, ku şeva borî ji aliyê kesekî ve hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin. Reftarên wisa yên kirêt ti pêwendî bi gelê Kurdistanê û Partiya Demokrat ya Kurdistanê ve nîne. Kurdistan xwedanê çanda bilind ya pêkvejiyanê ye û heqaretkirin li sembol û pîroziyên xelkê li nav çanda gelê Kurdistanê de ti carî nebûye û nabe jî. Gelê Kurdistanê pir rêz û hurmeta lêvegeran digire. Ji xwe pêwendiyên dîrokî û dostaniyê û hevsoziyê di navbera Barzaniyê nemir û Ayetullah Hekîm û şehîd Sedir nîşan dide ku ew pêwendî û dostanî, kûr e. Ew kesê ku heqaret kiriye jî, hatiye girtin û dê sizayê tawan û zêdegaviya xwe werbigire.
Em her wiha bi tundî şewitandina baregeha PDKê li Bexdayê şermezar dikin ku ev cara duyemîn e ji aliyê komek kesên xirabkar û binketî ve tê şewitandin. Ev jî belgeya wê yekê ku li wir kes hay ji kesî nîne û aramî û asayiş nîne. Ji xwe ew komên han ji bilî xirabkarî û derxistina aloziyê tiştek din ji destê wan nayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin