Komên Çekdar li Efrînê gundekî Êzidiyan dikin wargeha xwe

guhertina demografiya Efrînê berdewame.
کوردستان TV
100%

Komên çekdarên îslamî li Efrîn wargeha xwe li gundekî Êzidiyan li Efrînê ava dikin

Pêvajoya avakirina komgehan li herêma Efrînê jibo niştecîkirina malbatên komên çekdar, berdewam dike.

Girêdayî vê mijarê rêvebirê sazîya Êzîdîna Elî Îso da zanîn ku, li gundê Şadêrê yê Êzîdî li nahîya Şêrewa, dest bi qonaxa duduyê ya avakirina komgeha bi navê Besma hatiye kirin, ku sala par qonaxa yekê bi dawî bûbû.

“Bi sedan xanî di van komgehan de hene, malbatên komên tundrê tê de dê werin niştecî kirin, ku ev yek di bin kontrola Tirkîyê de ye û biryara niştecîkirinê ya wê ye”.

Her di vê derbarê de çavkanîyên agahdar dîyar kirin ku, komgeha navborî li ser zevîyê welatîyekî Kurd tê ava kirin, navê wî Zîyad Hebîb e û rûbera zevîyê wî 10 hezar metrên duca ye, ku çekdaran dest danîbûn ser.

Herwiha Îso eşkere kir ku qonaxeke sisiyê jî hîn heye û wiha pêde çû: “Li gundê Kanî Dînkê ku nêzî Şadêrê ye dîsa komgehek din dê were ava kirin, dest danîne ser zevîyekî, ku 60 avahî li ser dê bên ava kirin, ev yek jî di nava gundên Kurdan de ye”.

Her di vê çarçovayê de raportên hiqûqî eşkere dikin ku komeleya Kweytî ya bi navê El-Ayadî El-Baydaa fînanseya avakirinava komgehên li gundê Şadêrê dike, ew jî yek ji dehan komeleyên bi ser rêxistina Îxwan Muslîmîn ve ye, yên ku di bin çavdêrîya Tirkîyê de komgehan li Efrînê ava dikin.

Derheqê armanca vê kiryarê de Îso wiha got: “Tirkîyê dixwaze guhertina demografîk li Efrînê pêk bîne, hejmara Kurdan kêm bike da ku li Efrînê bibin kêmnetew, herwiha malbatên komên tundrê bibin xwedî erd, loma metirsîya vê yekê li ser paşeroja Kurdan li herêmê pir mezin e“.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku sazîyên mafê mirovan dest nîşan kirine ku 300 hezar kes ji gelê Efrînê di encama êrîş û destdanîna Tirkiyê ser herêmê de hatin koçber kirin, li şûna wan 400 hezar Ereb û Turkmen hatine bicîh kirin.

Herwiha ji bilî destdanîna ser mal û xanîyên şênîyên Kurd li Efrînê, ta niha 30 komgeha hatine ava kirin.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.