Li Bexdayê êrîşî ser navenda PDKê hate kirin

PDK dibêje em rêkarên pêwîst li hember Nayif Kurdistanî cîhbicîh dikin.
کوردستان TV
100%

PDKê jî îro daxuyaniyek weşand.

Piştî ku duhê bişev endameke partiya demokrata Kurdistanê bi navê Nayif Kurdistanî li ser hesabê xwe yê twitterê sivêkatî bi oldarên şîe kiribû, hin aliyên şîe bi taybetî endam û alîgirên heşda şebî êrîşî ser navenda PDKê ya li Bexdayê kirin.

Piştî vê bûyerê jî bi fermana wezîrê navxwe Nayif Kurdistanî hate binçavkirin û partiya demokrata Kurdistanê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PDK di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku rêz girtin ji merceên oldarî û siyasî yek ji pîvanên sereke yên PDK ye û PDKê jî li ser vê esasê endam û alîgirên xwe perwerde dike.

PDK bi tundî twitta Nayif Kurdistanî mehkûm kiriye û tekez li ser vê yekê jî kiriye ku li hemeber navhatî vê rêkarên pêwîst werin cîhbicîhkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.