Serokwezîr cejna Newrozê li Kurdistaniya pîroz dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta peyamê ye;
Bi minasebeta cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe û kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfalan dikim.
Hêvî dikim rojên cejnê û betlaniyê di nava rewşeke aram, şadî û xweşî de biser berin, daxwaz ji welatiyan dikim di dema seyranê de paqêjiya jîngehê biparêzin û rêkarên hatûçûyê jî cîhbicîh bikin.
Di dirêjahiya dîrokê de Newroz bo gelê Kurdistanê hertim sembola berxwedan, rûbirû bûna stem û zordariyê û domandina xebat, azadî û rizgar bûnê bûye. Gelê Kurdistanê niha jî berdwame li ser xebat bo parastin û berevanî kirin ji mafên xwe yên destûrî, bi ti awayî jî ne amadeye di bin ti zextekê de dev ji xwestek û mafên xwe yên netewî berde.
Bi minasebeta Newrozê careke din diyar dikin ku herêma Kurdistanê weke her tim faktereke girîng ya aramî û aştiyê li deverê de dibe û ti car nabe sedema gef û û metirsiyan bo ti aliyekê, belku beruvajî hertim rixmî berevanî kirin ji mafên xwe yên destûrî, xwedan roleke girîng û berçav jî bûye bo pêşde birina çanda lêbûrîn û bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên curbicur yên herêma Kurdistan û Îraqê.
Newroza we pîroz be, xwedê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan biparêze.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin