Îro navê partiya xwe bo raya giştî eşkere kir.
Parlementerê berê yê HDPê û Şaredarê berê yê Qersê yê HDPê Ayhan Bîlgen ku ji HDP cuda bûye, ev demek bû dest bi hewldan bo ava kirina partiyeke nû kiribû.
Bîlgen îro şemî li Enqereyê ragihand ku ev biryar dane daku partiyeke siyasî bi navê dengê bêdengan ava bikin.
Bîlgen jî dibêje em daxwaza pêşde birin û bihêztir kirina demokrasiya Tirkiyeyê dikin û lazime li ser esasê welatîbûna yeksan di çarçoveya maf û azadiyên demokratîkî de pirsa Kurd li Tirkiyeyê were çareserkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin