Amerîka daxwaza civîna civata ewlekariyê dike

Amerîka dibêje lazime bo nirxandina êrîşa mûşekî ser Hewlêrê civîneke bilez were lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Li ser êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê daxwaza civînê dike.

Nunera hertimî ya Amerîkayê ya li Netewên Yekgirtî Linda Thomas-Greenfield daxwaz ji civata ewlekarî ya NY kiriye daku derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê ya bo ser Hewlêrê civînek bilez lidar bixe.

Heta niha dema lidar xistina civînê nediyare û hin welatên endam di civata ewlekarî de bersifeke erênî dane daxwaza Amerîkayê lê hîn jî hin welat bersif nedane.

Weke tê zanîn di şeva 13ê Adarê de Îran bi 12 mûşekan êrîşî ser Hewlêrê kiribû û di encam de xaniyê welatiyeke medenî rastî ziraran hatibû.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.