NATO: Ti nîşanek ji rûrastiya Rûsyeyê nabînin

dibêje Ukrayna welateke serbixweye û bo xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe dide.
کوردستان TV
100%

Dibêje rewşa meydanî gelek cudaye.

Sekreterê giştî yê NATO Jens Stoltenberg piştî dawî hatina civîna awarte ya wezîrên berevanî yên endamên NATO konferanseke çapemenî lidar xist.

Sekreterê NATO Jens Stoltenberg ragihand ku di civînê de bi berfirehî behsa şerê navbera Rûsye û Ukraynayê hatiye kirin û rewşa meydanî vê yekê nîşan dide ku Rûsye di warê danûstandinên bo rawestandina şer de ne rûraste.

Jens Stoltenberg herwiha diyar kirk u NATO bi ti awayî hêz naşîne Ukraynayê û hêzên bejahî jî li vê welatî bicîh nake.

Derbarê endam bûna Ukraynayê de jî nav hatî diyar kiriye ku Ukrayna welateke serbixweye, vê NATO û Ukrayna li ser vê mijarê biryar bidin û Rûsye jî nikare pêşî ji Ukraynayê bigire.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.