Nasnameya ciwanê duyemîn ku tevî ciwanê bi navê Adil El-Bedir ku ji aliyê jendirmeyên Tirk ve li nêzî gundê Qermane yê gundewarê Dirbêsiyê hatibûn kuştin, hate zanîn.
Welatiyan duh cenazeyê du ciwanên li nêzî gundê Qermane yê 3 km dikeve rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê, dîtin û cenazeyê Adil Mihemed El-Bedir ku di sala 2001`an de jidayik bûye, birin nexweşxaneya Şehîd Xebat. Lê ji tirsa ku jendirme wan bikin hedef nekarîn cenazeyê din bibin.
Welatiyan îro cenazeyê ciwanê duyemîn ê bi navê Taha El-Mihemmed ku di sala 2001`an de li bajarê Til Hemîs ê kantona Qamişlo jidayik bûye jî birin nexweşxaneya Şehîd Xebat.
Piştî lêkolîna her du cenazeyan, hat diyarkirin ku her du ciwanan beriya dîtina cenazeyê yekemîn bi 48 saetan bi îşkence û alavên tûj hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, droneke nenas li kampa Serdemê ya li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê ket xwarê.
Tê destnîşankirin ku îro di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li dijî gundên Merenaz û Elqemiye yên navçeya Şera ya kantona Efrînê 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûbûn.
Ji anhayê hatiye wergirtin
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin