Komek sporvanên Rojhilatî bi bîsîklêtê ji Sine gihîştin Helebcê

beşdarî di merasîma bîranîna 34 saliya kîmiyabaran kirina Helebceyê de dikin.
کوردستان TV
100%

Komek sporvan û çalakvanên Rojhilatî bi bîsîklêtan ji Rojihlat gihîştin bajarê Helebcê da ku beşdarî merasima bibîranîna kîmyabarana Helebcê bibin.

Peyamnêrê BasNewsê li Helebcê ragehand, îro 7 sporvan û çalakvanên xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi bîsîklêtan gihîştin bajarê Helebcê.

Yek ji wan sporvanan ji BasNewsê re got, em ji bajarê Sine bi bîsîklêtan heta Helebcê hatin. Em du rojan di rê de bûn û me 250 km bîsîklêt ajot.

Wî sporvanê Rojhilatî her wiha got, em dixwazin beşdarî merasima bîranîna 34 saliya kîmyabarana Helebcê bibin û peyama aştî û hevxemiya xwe bigehînin xelkê Helebcê.

Sibê, 16 Adarê ye û 34 sal bi ser kîmyabarana Helebcê re derbas dibe. Di wê êrişa hovane de herî kêm 5 hezar mirovên bê guneh şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Spor

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.