Zêdetir ji 40 hezar terorîst ji Sûriyeyê diçin Rûsyeyê

heta niha 22 hezar kes navên wan hatine qebûlkirin ku biçin Rûsyeyê û dijî Ukraynayê şer bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje heta niha 22 hezar kes karûbarên şandina wan xelas bûne.

Ajansa nûçeyan ya AFP ragihand ku Rûsye piştî şikesta xwe ya mezin ya li hember artêşa Ukraynayê, Rûsye hewl dide daku cîhadî û terorîstên îslamî ji welatên Rojhilata Navîn bibe Rûsyeyê û li dijî Ukraynaê wan bide şer kirin.

AFP diyar kiriye ku heta niha li Sûriyeyê bi giştî 44 hezar cîhadî û terorîst bi awayeke dilxwaz li hember hinek pere, navên xwe nivîsandine ku biçin Rûsyeyê û dijî Ukraynayê şer bikin lê heta niha navên 22 hezar ji wan hatine pejrandin.

Beriya ku cîhadiyên Sûriyeyê biçin Rûsyeyê, gelek komên çekdar li welatên Asya û Asyaya Navîn jî bo Rûsyeyê hatine veguhastin.

Ji aliyeke din ve duhê Şêwirmendê asayîşa nîştimaniya Rûsyeyê li xwe mokir hatibû û ragihandibû ku li ser esasê texmînên şaş operasiyon dane destpêkirin û operasiyon jî weke ku dixwazin nameşe.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.