Mesrûr Barzanî bo 34mîn salvegera kîmiya baran kirina Helebceyê peyamek weşand.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bîranîna 34mîn salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê de peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta peyamê ye;
Di biranîna 34mîn salvegera kîmiyabaran kirina bajarê Helebceyê ji aliyê rejîma Bes ya Îraqê ve, serê rêzdariyê bo şehîdên ev tawana han ya hovane ditewînim û bi rêzdarî ve tevahiya wan bibîr tînim.
Helebce navendeke girîng ya rewşenbîrî û cîhê jidayikbûna çendîn helbestvan, Nivîskar, zana û arifên navdar yên Kurdistanê ye, di nava dilê Kurdistaniyan de xwedan pêgeheke girînge, bûye yek ji sembolên herî diyar yên qurbanîdana gelê Kuridstanê bo gehêştin bi mafên xwe yên reva, jiber vê yekê di vê bîranîna han ya xemnak de, tekez li ser vê yekê dikin ku lazime hikûmeta Îraqê berpirsiyartiya xwe ya exlaqî bo qerebû kirina kesûkarên şehîd, birîndar û zirar dîtiyên kîmiyarbaranê û tevahiya qurbaniyên genocide kirina gelê Kurdistanê bicîh bîne û li gor madeya 132 ya destûra bingehîn qerebûya wan bike û rêz ji xebat, têkoşîn û qurbanî dana xelkê Helebceyê bigire daku, xizmeteke hêja pêşkêşî şêniyên vê bajarê azardîtî were kirin.
Her çend çend sale ku Helebce ji aliyê hikûmeta Kurdistanê weke parêzgeh hatiye ragihandin, lê mixabin heta niha hikûmeta federalî di asta pêwîst de, weke parêzgeh li hember Helebceyê tevnegeriyaye û rêkarên parêzgehbûnê, cîhbicîh nake û astengiyan çê dike.
Lewra daxwaz ji berpirsên hikûmeta federalî dikin bilez rêkarên biparêzgeh kirina Helebceyê cîhbicîh bike û ev mijara han ji vê zêdetir dirêj neke, di heman demê de hikûmeta herêma Kurdistanê lazime berdewam be li ser temam kirina pêkhateya îdarî ya parêzgeha Helebce û dezgeh û fermangehên ku heta niha nehatina avakirin, ava bike.
Hikûmeta herêma Kurdistanê xwe bi deyndarê kesûkarên şehîdên Helebce û tevahiya şehîdên Kurdistanê dizane û erkê herî lipêş yê hikûmetê pêşkêş kirina xizmeteke hêjaye bo Helebce û şêniyên hêja yên vê bajarê.
Silav bo rihê paqêj yê şehîdên Helebce û tevahiya şehîdên Kurdistanê
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin