Beriya 34 salan di 16ê Adarê de rejîma Besê Helebce kîmiya baran kir.
Di dawiya şerê 8 salî ya di navbera Îran û Îraqê de, rejîma dîktator ya Besê roja 16ê Adara 1988an tawaneke hovane li dijî gelê Kurd li bajarê Helebceyê pêk anî û bi çend bombeyên kîmiyayî ev bajarê han bordiman kir.
Roja 16ê Adarê heta roja 17ê Adarê rejîma Besê bi dehan car û her car bi 10 balefir bajarê Helebceyê bordiman kir û di encama bordimana kîmiyayî ya Helebceyê de, herî kêm 5 hezar û 460 şêniyên Helebceyê canê xwe ji dest dan û nêzî 20 hezar welatî jî birîndar bûn.
Kîmiyabaran kirina Helebceyê netenê şêniyên Helebceyê, belku her çi candar li deverê hebû, zirar pêgehand.
Bandora êrîşa han li ser şêniyên Helebceyê hîn jî didome û gelek şêniyên vê bajarê hîn jî jiber zirarên êrîşa han rastî atengiyan tên.
Di encama kîmiyabaranê de, gelek şêniyên vê bajarê jî aware bûn û hijmareke zêde ji wan jî bi taybetî zarok wenda bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin