Behsa rewşa siyasî ya deverê û reformên hikûmeta Kurdistanê kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke YE civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro sêşem 15ê Adara 2022an me pêşwaziya şandeke Yekîtiya Ewrûpayê bi Serokatiya balyozê YE yê li Îraqê Willy Vargola kir.
Şanda han ji Serokê nuneratiya Şêwirmendiya EY li Îraqê, Berpirsa nivîsîngeha YE li Hewlêrê û hijmareke din Şêwirmendan pêk hatibû.
Di civînê de me êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê mehkûm kir û giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên rewşa siyasiya Îraqê û pêngavên destûrî yên bo ava kirina hikûmeta nû û şerê dijî terorê û kêşeya koçberan kir.
Şanda YE bi awayeke kurt behsa kar û çalakiyên xwe yên li herêma Kurdistanê bi taybetî di warê hevkarî kirina reformên hikûmeta yên bo bihêztir kirin û baştir kirina sîstema bankî û karûbarên hêzên navxwe, polîsê çalakiyên medenî û rûbirû bûna tundûtîjî, tawanên rêkxistî, spî kirina pereyan û koça derqanûnî kir. Di vê warê de şanda mêwan, bi rêzdarî ve behsa hevkarî û hemahengiya berdewam û bihêz ya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li gel balyozxane û nuneratiya Şêwirmendî ya YE li Îraqê kir.
Me jî rixmî spas kirina hevkarî û pştîvaniyên YE, behsa reformên hikûmeta herêma Kurdistanê di warên curbicur de û pir reng kirina abûrî û dîcîtalîze kirina xizmetgozariyan û bikar anîna teknolojiya bo pêşde birina şefafiyet û pêşî girtin ji çarçûr kirina samanên giştî kir.
Herwiha me behsa biryarên dadgeha federalî yên derbarê qanûna petrol û gazê ya herêma Kurdistanê kir û balkêşande ser derqanûnî bûna wan biryaran û tekez li ser mafên destûrî yên herêma Kurdistanê û çareser kirina kêşeyan li gel hikûmeta federalî li ser esasê destûrê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin