Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, berî nîvroya sêşemê 15.03.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrûpa yê li Îraqê Ville Varjola û xatûn Anne Meskanen Seroka Şandiya Şêwirmendî ya Yekîtiya Ewrûpayê li Iraqê kir.
Di civînekê da, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê û gefên li pêşiya wê, êrîşa mûşekan ya ser Hewlêrê, xebatên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê, berhevî, rol û çalakiyên Yekîtiya Ewrûpayê yên di warên cuda da li Iraq û Herêma Kurdistanê, xebatên hevbeş, pirsa koç û koçberan û mafên mirov û azadiyan, rewşa şerê Ukrayna û Rûsyayê bandor û verêja wî şerî li ser deverê gotubêj kirin.
Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê, behsa kar û çalakiyên Yekîtiya Ewrûpayê û saziyên wê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û planên paşerojê kir. Wî di axaftina xwe da tekez li ser xwesteka Yekîtiya Ewrûpayê ya ji bo pêşxistina têkiliyên xwe digel Iraq û Herîma Kurdistanê û alîkarîkirina wan ya ji bo bihêzkirina saziyan, rêvebirin, avadankirin, sektora berhemanînê û sîstema bankî da kir.
Seroka Şandiya Şêwirmendî ya Yekîtiya Ewrûpayê jî hemû berhevî û piştevaniya xwe ya ji bo pêşkêşkirina alîkarî û piştevaniyê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da, da ku di warê medenî da ew alîkar bin û Herêma Kurdistanê jî bikare ji bernameyên şandiyê Yekîtiya Ewrûpayê mifadar be, karkirina li ser çaksaziyan di sektora sivîl da ku, warên taybet bi tawanên rêkxistî, koça neyasayî, parastina şûnewaran, birêvebirina qeyranan, mijarên zayendî û cinsî, dadwerî û çend warên din bi xwe digre.
Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, spasiya helwesta Yekîtiya Ewrûpayê û daxuyaniya wê ya li ser êrîşa mûşekan ya ser Hewlêrê kir û tekez li ser girîngiya hebûn û rola Yekîtiya Ewrûpa û saziyên wê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku, dikarin di warên cuda da alîkar bin, bi taybetî di warên demokrasî, mafên mirovan, çaksazî û dadwerî û gelek warên din ku ji bo niha û paşeroja Iraq û Herêma Kurdistanê pêdivî ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin