Senatorê naskirî yê Amerîkayê Bob Menendez ragihand ku eger Tirkiye dixwaze F-16an bikire divê dest ji S-400an berde.
Di demên dawî de Tirkiye û Serokkomarê wî welatî Erdogan hewl didan peywendiyên xwe yên ligel îdareya Amerîkayê piştî helwêsta wan a dijî kirîna S-400ên Rusî baş bikin, lê Senatorê Amerîkî Bob Menendez helwêsta welatê xwe ya li beramber vê yekê zelal kir.
Êvara Duşemê Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez, li Washingtonê di civînekê de axivî û got "Desthilata Komîteya Peywendiyên Derve derbarê firotina çekan de bo Tirkiye heye, tenê ligel Îdareya Biden peywendî bên serrastkirin dê ti encameke wê nebe." Herwiha senatorê navhatî got, ger Enqere dixwaze F-16an werbigre divê dest ji S-400an berde û di vê mijarê de gavan biavêje.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin