Parlementereke Îranî dibêje Îran ketiye bin destê Rûsyeyê.
Parlementerê bajarê Dizfûl ya Îranê Ehmed Avayî rexne li siyasetên rejîma Îranê li hember Rûsyeyê kiriye û ragihandiye ku Rûsye Îran bidîl girtiye û Îran kiriye qurbana berejwendiyên xwe.
Ehmed Avayî herwiha eşkere kiriye ku Rûsye naxwaze Îran û welatên Rojavayê derbarê bernameya etomî ya Îranê de bigehêjin rêkeftineke nû jiber ku ev yek ne li gor berejwendiyên Îranê ye.
Avayî herwiha eşkere kiriye ku rawestandina danûstandinan derbeke dijware ku jiber berejwendiyên Rûsyeyê li Îranê hatiye xistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin