Serokwezîrê Îraqê li Hewlêrê ye û li gel Serokwezîrê Kurdistanê civiya

Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî ji nêzve venêrînê bo zirarên êrîşa mûşekî dikin.
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Îraq û Serokwezîrê Kurdistanê behsa êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê kirin.

Îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî li gel şandeke bilind ya leşkerî û siyasî ya Îraqê serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Îraqê û şanda pê re li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana vê cîhê kirin ku ji aliyê Îranê ve beriya du rojan hatibû mûşekbarankirin û ji nêz ve venêrîn bo zirarên êrîşa han kirin.

Biryare piştî serdana han ya meydanî Serokwezîrê Îraqê li gel rayedarên Kurdistanê jî çend civîn û hevdîtinan pêk bîne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.