Hevpeymaniya cîhanî û Îraq êrîşa ser Hewlêrê mehkûm dikin

NY jî bi tundî êrîşa ham mehkûm dike û dibêje ev yek binpê kirina qanûnên navnetewiye.
کوردستان TV
100%

Gelek welatên din jî bi daxuyaniyan  êrîşa han şermezar kirine.

Piştî êrîşa duhê bişev ya ser Hewlêrê yaku ji aliyê Îranê ve pêk hat, Serokwezîrê Îraqê, Serokê tevgera Sedir, Hevpeymaniya cîhanî, Konsulusxaneya Amerîkayê û Konsulusxaneya Franse û çend Konsulusxaneyên din daxuyanî û twittên curbicur belav kirin.

Di tevahiya wan peyam û twittan de, bi tundî êrîşa ser Hewlêrê hatiye mehkûmkirin û ev êrîşa han bi êrîşeke terorîstî û tirsinokane hatiye wesifkirin û piştîvaniya xwe jî bo Hewlêrê diyar kirine.

Weke tê zanîn duhê bişev piştî seat 1ê şevê Îran 12 mûşekên balistîkî avête Hewlêrê û mûşek li cîhên sivîlnişîn ketin û ti zirarên canî jî çê nebûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.