Serokwezîr bi tundî êrîşên terorîstî bo ser Hewlêrê mehkûm dike.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa duhê bişev ya terorîstî ya bo ser Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde ragihand ku bi tundî ev êrîşên han yên terorîstî mehkûm dikim û Hewlêr ti carî ser xwe bo terorîstan neçemandiye û naçemîne.
Serokwezîr herwiha telefûna walî û rayedarên din yên Hewlêrê kiriye û daxwaz ji wan kiriye daku biçên cîhên ku mûşek ketine erdê û lêkolînan bikin û bihawara xelkê zirar dîtî ve biçin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin