Li Antalyayê di çarçoveya forma dîplomatîkî ya Antalyayê de civiyane.
Di çarçoveya serdana xwe y abo Tirkiyeyê de, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Antalya li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû civiya.
Di civînê de her du aliyan behsa rewşa siyasiya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda, pêşde birina têkiliyên Tirkiyeyê yên li gel Îraq û Kurdistanê, şerê Ukrayna û rewşa giştî ya deverê kirin.
Çawişoglû spasiya beşdariya Nêçîrvan Barzanî di forma Antalyayê de kiriye û ragihandiye ku Tirkiye girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel Îraq û Kurdistanê.
Li hember de jî Nêçîrvan Barzanî destxweşî ji hewlên Tirkiyeyê bo lihev civandina wezîrên derve yê Ukrayna û Rûsyeyê kiriye û hêvî xwestiye di dawî de ev kêşeya han bi diyalogê çareser bibe.
Derbarê rewşa siyasî ya Îraqê de jî Nêçîrvan Barzanî tekez li ser xwesteke herêma Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyan bi rêya diyalogê û li ser esasê destûrê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin