Ehmedînejad: Hewl bo dabeş kirina çend welatan tê dayîn

Ehmedînejad dibêje Tirkiye li ser 3 û Îran jî li ser 6 beşan têne parçekirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Tirkiye vê bibe 3 parçe.

Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad di hevpeyvîneke xwe ya li gel beşê Tirkî yê Independet ragihandiye ku hewlên hêzên cîhanî bo parçe kirina çend welatên deverê hene.

Ehmedînejad herwiha diyar kiriye ku hêz û sîstema cîhanî dixwaza Tirkiye, Îran, Îraq, Sûriye û Siûdiye parçe bike.

Ehmedînejad eşkere kiriye ku di çarçoveya plana sîstema cîhanî de vê Tirkiye dabeşî ser 3 parçeyan, Îran dabeşî ser 6 parçeyan, Îraq li ser sê parçeyan û Sûriye û Siûdiye jî li ser çend beşan werin parçekirin.

Ehmedînejad herwiha diyar kiriye ku mafê çarenivîsê mafeke reva ya tevahiya gelên herêmê ye û lazime rêz ji vê mafê were girtin û lazime tevahiya welatên deverê pêşkeftî bin lê nabe bibin xwedan çekên etomî.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.