The Economist navê Berbijêrê Serokkomariya Tirkiyeyê eşkere dike

govar di raporta xwe de dibêje egera serkeftina Qilicidaroglû li hember Erdogan gelek bihêze.
کوردستان TV
100%

Dibêje tenê Serokê CHP dibe rikeberê Receb Teyyib Erdogan.

Govara îngilîzî ya The Economist raportek derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê de weşandiye û di raportê de behsa hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê kiriye.

The Economist wêneyê Serokê CHPê Kemal Qilicdaroglû li ser bergê xwe weşandiye û nivîsandiye; Serokê nû yê Tirkiyeyê binasin.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku tenê Serokê CHPê Kemal Qilicdaroglû dibe rikeberê Serokê AKP Receb Teyyib Erdogan û egera serkeftina Qilicdaroglû ya li hember Erdogan jî gelek bihêze.

Ji aliyeke din ve li gor encamên rapirsiyên Tirkiyeyê niha dengên AKPê gelek dabezîne û dengên CHP û hevpeymanên CHPê jî bi rêjeyeke berçav zêde bûne.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.